Îlham Ehmed: Em hêvî dikin ku mizgîniya bas bidin Kurdan

14 January 2025 08:38 0 dîtin
Îlham Ehmed: Em hêvî dikin ku mizgîniya bas bidin Kurdan

PeyamaKurd – Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Îlham Ehmed di panela ku li Parlamentoya Londonê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku di diyaloga Kurdan de geşedanên cidî pêk hatine û ew hêvî dikin ku di demeke kin de mizgîniya baş bidin Kurdan.

Ehmed di paneleke ku ji aliyê Navenda Pêşkeftina Kurdî ya li Parlamentoya Brîtanyayê ve hatibû organîzekirin de li ser rewşa krîtîk li Rojava, pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike, Encumena Niştimaniya Kurd a Sûriyê kir. (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd (PYNK) derbarê diyaloga di navbera xwe de nirxandin kirin.

Ehmed got ku piştî rûxandina rejîma Esed, ji bilî Rojava, li hemû herêman şer rawestiyan, lê berovajî, rewşa ewlehiyê li herêma wan “mixabin ji ber gavên Tirkiyê xerabtir bûye” û “rêveberiya Enqerê nehiştiye ku rewş baştir bibe.”

Ehmed diyar kir ku hêviya wan ew e ku bi Heyet Terhir el-Şam (HTŞ) re, ku desthilateke naskirî li Şamê ye, di diyalogê de bimînin û ji niha û pê ve hemû pêkhateyên Sûriyê bi awayekî rast di hikûmetê de bên temsîlkirin.

"Guherîna li Sûriyeyê bi êrîşa Hamasê destpê kir"

Ehmed destnîşan kir ku êrîşa Tevgera Hemasê ya li dijî Îsraîlê ya di 7ê Cotmeha 2023an da bû sedema guherîna bilez a li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyeyê û da zanîn ku rewşa niha li Sûriyê demkî ye û ew li bendê ne ku di zûtirîn dem de konferansa diyaloga niştimanî were lidarxistin.

‘Tirkiye di nava nakokiyeke mezin de ye’

Ehmed bi bîr xist ku li Tirkiyeyê ji bo pirsgirêka Kurd pêvajoyeke çareseriyê hatiye destpêkirin û got, “Lê belê li aliyê din Tirkiye hem di warê gotin û hem jî li qadan de li dijî Kurdan polîtîkayeke gelekî êrîşkar dimeşîne. Ev bi serê xwe nakokîyek mezin e."

“Enqere derfeta pêşketinê nade Rojava”

Her wiha diyar kir ku wan li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke awarte dane û heta niha jî li qadan vê têkoşînê didomînin û da zanîn ku wan kariye li bakur û bakur-rojhilatê Sûriyeyê avahiyeke demokratîk ava bikin, lê Tirkiye rê nedaye ku ev avahî pêş bikeve.

‘Ji bo tifaqa Kurdan têdikoşin’

Ehmed bal kişand ser pêvajoya dawî ya tifaqa navbera Kurdan ku di van demên dawîn de di navbera ENKS û PYNKê de destpê kiriye û hê jî didome û wiha dewam kir: “Kurdên Rojava ji bo pêşxistina tifaqa xwe di nava diyalogeke cidî de ne û pêşketinên girîng çêbûne. Di heman demê de bi Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê re jî diyalog heye. Em vê diyalogê pir çarenûsî dibînin. Em hêvî dikin ku hûn di zûtirîn dem de mizgîniya (li ser encamên diyalogê) bibihîzin."

"Bêyî hikûmeta federal aştî li Sûriyeyê nayê"

Rêveberê Rojava, anî ziman ku Sûriyeya federal ji bo avakirina zemîneke demokratîk li tevahiya Sûriyeyê û ji bilî Kurdan di nava pêkhateyên din de pêwîst e û got, “Bê rêveberiyeke federal aştî li Sûriyeyê pêk nayê. Ger wiha nebe, wê şerekî navxweyî yê navendî ya Sûriyeyê derkeve. Ji ber vê yekê Sûriyeya federal wê ewlehî, aramî û aştiyê bi xwe re bîne."