Îlham Ehmed ji Trump pirsî: Hûn çima vê paqijiya etnîkî temase dikin?

31 October 2019 14:43 0 dîtin
Îlham Ehmed ji Trump pirsî: Hûn çima vê paqijiya etnîkî temase dikin?

PeyamaKurd - Operasyona leşkeri ku Tirkiye di 9’ê Cotmehê de li dij Rojavayê Kurdistanê dabû dest pê kirin didome. Seroka Desteya Rêvebir ya Meclîsa Sûrîya Demokratîk Îlham Ehmed jî li dij operasyonê bertek nişan da û bi re ya Twitterê ji Serokê Amerikayê pirsî “ Hûn çima vê paqijiya etnîkî temaşe dikin.”?

Tirkiye û Rusya di 22’ê Cotmehê de li bajarê Soçiyê hatibûn gel hev û li ser hin xalan li hev kiribûn û agirbesteke demkî ragihandibûn. Piştî dema agirbestê bidawî bû şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê careke din dest pê kir. Bi vekişîna Artêşa Suriyê Tirkiye îcar bere xwe da Til Temira Rojavayê  Kurdistanê. Welatiyên sivîl ji ber êrîşan mal û warên xwe di cih de dêhêlin û diçin cihê bi ewle.

Li dij van bûyerên tê jiyîn Seroka Desteya Rêvebir ya Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bi rê ya hesaba xwe ya Twitterê ji Serokê Amerikayê  Donald Trump  pirsî “Dema ku Tirkiye, li Bakurê Suriyê paqijiya etnîkî dike Amerika û Trump temaşe  dike. Çima?

Îlham Ehmed heftaya borî jî li Washingtonê li Kongresa Amerîkî ser rewşa bakurê Sûrîyê axifîbû û di derbarê Rewşa Rojavayê Kurdistanê agahî dabû endamên kongreyê.