Trump bi Îlham Ehmed re axivî: Ji Kurdan hez dikim!

30 January 2019 13:05 0 dîtin
Trump bi Îlham Ehmed re axivî: Ji Kurdan hez dikim!

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump li hotela xwe ya li Washingtonê kurtedemeke bi Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed re axivî û got, “Ji Kurdan hez dikim.”

Îlham Ehmed di hevdîtina ligel Trump a nefermî ku 10 xulekan berdewam kir de ji Trump daxwaz kir Kurdan li Sûriyê bi tenê nehêle.

Herwiha Trump jî got: “Ji kurdan hez dikim.”

Li gor gotina Îlham Ehmed, Trump soz dayê ku Washington Kurdan bi tenê nehêle û diyar kir, niha ew zêdetir bi hêvî ne, lê hîna ew li bendê ne hevdîtinên zêdetir bi berpirsên Amerîka re bikin, bi taybet piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê ku Tirkiye gefa êrîşê li rojhilatê Firatê dixwe.

Beriya niha Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser twitterê gotibû, heger Tirkiye êrîşî Kurdan bike ew dê aboriya Tirkiyê ji nav bibe.

Dîsa Şêwirmendê Asayişa Netewî yê Amerîkayê John Bolton jî gotibû: “Amerîka bêyî parastina Kurdan ji Sûriyê venakişe.”