Îmran Xan bi kefalet serbest hat berdan

01 June 2023 00:21 0 dîtin
Îmran Xan bi kefalet serbest hat berdan

PeyamaKurd – Dadgeha Pakistanê ya Îslamabadê di derbarê serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan de, heya 19 ê Hezîranê biryara serbestberdana wî ya bi kefalet da. Xan di 7 dozên ku di wan de tê darizandin, serbest hat berdan lê di derbarê Xan de li dora 90 dawe hene ku ji aliyê dadgehan de hatine vekirin. Xan di sala 2022an de ji serokwezîrtiya Pakistanê ketibû.

Îmran Xan berê çûndina dadgehê qebûl nedikir û bi wê sedemê dadgeha Îslamabadê biryara girtina wî dabû. Xan bi xwe li Lahorê dimîne û niha dema roja darazinadina wî tê diçe Îslamabadê dadgehê.

Di nav sûcên Îmran Xan de ruşwet, perê reş, zerardayîna dewletê û revandina pera ya derveyê welat hene.