Parêzgerê Kerkûkê Cibûrî bi kefalet serbest hat berdan
PeyamaKurd – Parêzgerê Kerkûkê Raqan Cibûrî bi sedema bertîl sitendiye derket pêşberê dadgehê lê bi kefalet serbest har berdan. Darizandina Cibûrî bi hinek kesên din ve li dadgeha Kerkûkê hat kirin.
Di encama lêpirsînê de Raqan Cibûrî bi gendeliyê an ku bertîlxwarinê û budçeya parêzgehê bi awayekî nerewa serf kiriye hat darizanidin. Cibûrî bi 17 hezar dolar û yên din her yek bi 3.500 dolaran bi kefalet serbest hatin berdan.
Parlementerê Iraqê Cemal Şukur parêzger Cibûrî bi gendeliyê sûcdar kiribû û mijarê weha ragihand:
“Di avakirina avahiya Parêzgeriya Kerkûkê de 230.000 dolar bi awayekî nerewa hatiye bikaranîn û min daxwaznama xwe bo Rêxistina Zelaliyê ya Iraqê da û xwest mijar bê lêkolîn. Rêxistin jî biryarê da ku Cibûrî û hevalên xwe li dadgehê bên darizandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin