“Raqan Cibûrî nebûye parêzgerê eslî yê Kerkûkê”

13 June 2020 17:35 0 dîtin
“Raqan Cibûrî nebûye parêzgerê eslî yê Kerkûkê”

PeyamaKurd- Parlementerê berê yê Parlementoya Iraqê Şaxewan Abdullah ragihand ku gotinên ‘Raqan Cibûrî bûye parêzgerê eslî yê Kerkûkê’ rast nîne. Şaxewan Abdullah got ku ji malpera Raqan Saîd Cibûrî hatiye belavkirin ku Cibûrî bûye parêzgerê fermî yê Kerkûkê û piştî vê belavkirina nûçeyê ketine nav tevgerê û weha got:

“Piştî vê belavkirinê em bi baregeha serokwezîrê Iraqê re ketin nav têkiliyan û gotin ku ev mijar rast nîne û nûçe derew e. Me di serî de Raqan Saîd Cibûrî weka parêzgerê bajarê Kerkûkê qebûl nekiriye. Bo wan sûcên ku piştî 16 ê cotmehê kiriye, bo hesabên wan bide, çi ji destê me were em ê bikin.”

Şaxewan Abdullah got ku temamê biryarên ku ji aliyê Cibûrî de hatine dayîn em qebûl nakin û ji aliyê qanûn de ti girîngiya wan tine ye.