Cibûrî: Îradeyeke bihêz ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina Singalê nebûye

27 October 2022 10:43 0 dîtin
Cibûrî: Îradeyeke bihêz ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina Singalê nebûye

PeyamaKurd – Parêzgarê Neynewa Necm Cibûrî eşkere kir, rewşa Şingalê neasayî ye û îradeyeke bihêz jî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina Şingalê nebûye.

Li gor Necm Cibûrî diyar kiriye, beşeke sedemên cîbicînekirina rêkeftina Şingalê, bi mijara darayî ve girêdayî bû, beşek jê rehenda siyasî heye, loma nehat cîbicîkirin, rewşa ku niha li Şingalê heye, rewşeke neasayî ye.

Herwiha li ser rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye kirin, Parêzgarê Neynewa gotiye, ew rêkeftin çend bend li xwe digre, yek ji wan jî pêkanîna lîwayeke hevbeş a polîs ji xelkê navçeyê yê Êzîdî ji bo parastina devera xwe, lê belê ew rêkeftin nehat cîbicîkirin.

Necm Cibûrî di berdewamiyê de destnîşan kiriye, hikûmeta Bexdayê di cîbicîkirina rêkeftinê de xemsar bûye û beşeke sedemên cîbicînekirina rêkeftina Şingalê, bi mijara darayî ve girêdayî bû, beşek jê rehenda siyasî heye, loma nehat cîbicîkirin.

Cibûrî herî dawî daye zanîn: “Ew rewşa li Şingalê heye rewşeke neasayî ye, xwestekek ji bo dijayetîkirina cîbicîkirina rêkeftina Şingalê heye, lê belê niha ku em di destpêka pêkanîna hikûmetê de ne, em hêvî dikin hikûmeta nû karên cidî li ser wê rewşê bike û lîwaya polîs were pêkanîn û awareyên Şingalê ji bajarên Herêma Kurdistanê vegerin ser cih û warê xwe yê li Şingalê.”