Emar Hekîm banga cîbicîkirina Rêkeftina Singalê kir…
PeyamaKurd - Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî ya Sûneyên Iraqê Emar Hekîm, îro 1ê Tebaxê di merasîma 9emîn salvegera Komkujiya Şingalê ya li Bexdayê hat lidarxistin de axivî û bang kir ku rêkeftina Şingalê ya di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin were bicihanîn û koçberên Êzidî vegerin ser cih û warên xwe.
Serokê Tevgera Hîkme got: “Divê Êzidî nebin qurbaniyên nakokiyên siyasî û li benda rêkeftina aliyên siyasî bin, da ku vegerin warê bav û kalên xwe.”
Hekîm daxwaz kir ku hevahengiya zêdetir di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û vegerandina koçberên êzidî bê kirin û destnîşan kir, “Mafê Êzidiyan e ku vegerin Şingalê”.
Emar Hekîm di berdewamê de diyar kir: “Divê di zûtirîn demê de deverên Êzidiyan bi taybetî qezaya Şingalê bên avakirin, pirsgirêkên ewlehî û îdarî yên li van deveran bên çareserkirin, rêkeftina Şingalê ya di navbera her du hikûmetan de were cîbicîkirin û asankarî ji bo vegera penaberan bê kirin.”
Herwiha Hekîm da zanîn: “Pêwîst e hemû alî pabendî rêkeftina Şingalê bin, ne ku aliyek hinek madeyên wê bi cih bîne û hinekan jî paşguh bike.. Astengiya li pêşiya vegera Êzidiyan bo Şingalê siyasî ye, ne darayî ne.”
Rêkeftina Şingalê çi ye?
9ê Cotmeha 2020an li Bexdayê di bin çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî de, rêkeftina Şingalê ya asayîkirina rewşa Şingalê û vegerandina koçberên Êzidî bo cih û warên wan, di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin ku ji van xalan pêk tê:
1- Dê qeymeqamekî nû bê hilbijartin.
2- Hikûmeta Federal pirsgirêkên ewlehiyê çareser bike.
3- Tayînkirina 2500 kes ji xelkê Şengalê û penaberên wê û avakirina hêzeke nû.
4- PKK û hemû komên pê ve girêdayî li Şingalê nemînin.
5- Divê ti endamên PKKê di nava hêza nû yên ewlehiyê de nebin.
6- Divê Hewlêr û Bexda ji bo avadankirin û birêvebirina Şingalê bihevre kar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin