Fermandarê Hêzên Êzîdxan: NY di cîbicîkirina rêkeftina Singalê de ne cidî ye

20 May 2023 11:45 0 dîtin
Fermandarê Hêzên Êzîdxan: NY di cîbicîkirina rêkeftina Singalê de ne cidî ye

PeyamaKurd Fermandarê Hêzên Êzidxan Heyder Şeşo diyar kir, Neteweyên Yekgirtî di cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de ne cidî ne û cîbicîkirina rêkeftinê qasî ku Jeanine Hennis-Plasschaert di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de behs kir, ne zehmet e.

Heyder Şeşo ji K24ê re li ser hewla aliyan ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û vegera awareyan bo cih û warê xwe, axivî.

Roja Çarşemê 18ê Gulana 2023an, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser rewşa navçeyên cihê nakokiyê û Şingalê di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de da zanîn, nîgeranî heye, bi taybetî ku heta niha rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin û got, hinek aliyên cuda li Şingalê bûne sedema rêgirtina li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, herwiha tekez kir ku divê îdareyeke baş û asayîşeke seqamgîr bo Şingalê were vegerandin.

Heyder Şeşo dibêje, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ewqas ne zehmet e weke ku Jeanine Hennis-Plasschaert behsa wê kiriye, herwiha diyar dike, Neteweyên Yekgirtî derbarê cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de cidî nebûye û weke pêwîst zextê li aliyan nekiriye, da ku rêkeftinê cîbicî bikin.

Şeşo eşkere dike, "hikûmeta Iraqê ji rewşa niha ya Şingalê sûdê werdigre û ji bo wê baş e ku niha rewşa wiha bimîne", ji ber ku biryara hikûmeta Iraqê di destê Serokwezîrê Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê de nîne, biryar di destê hinek siyasiyan de ye û hemû dizanin cîbicîkirina rêkeftinê ne di berjewendiya wan de ye.

Li gor Fermandarê Hêzên Êzîdxan Heyder Şeşo, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Nûnera Taybet a Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, zextên zêdetir li ser hikûmeta Iraqê bike, da ku rêkeftinê cîbicî bike, ji ber ku 8 sal derbas bûn û zêdetirî 200 hezar Kurdên Êzîdî yên Şingalê aware ne û di nav kampan de dijîn û rewşa wan xerab e.