Parêzgerê Kerkûkê wê arazî bide xebatkarên Zankoya Kerkûkê
PeyamaKurd – Parêzgerê Kerkûkê Rebwar Taha, bi şertê ku Erebên li Kerkûkê bicîh kirine, ne di nav wan de bin, dê arazî bide xebatkarên Zanko ya Kerkûkê yên îdarî û akademisyen. Rebwar Taha ji bo rojnamevanan got:
“Wê ji bo xebatkarên zankoya Kerkûkê yên îdarî û akademik 600 perçe arazî bê belavkirin. Kesên ne ji Kerkûkê ne, ne di nav wan de ne. Arazî li gor jimartina nûfûsa sala 1957an an ku kesên koka wan diçe heya wê salê, em ê bidin wan.”
Erebên ku birine Kerkûkê, di salên 1970 û 1978an de birine Kerkûkê da nûfûsa Ereb li wê derê zêde bikin. Erebkirina bajarê Kerkûkê di navbera Kurd û Ereban de wekî arîşeyekî mezin dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin