Îmran Xan bi kefalet berdan û ber bi Lahorê de ket ser rê
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan berê ji aliyê dadgeha bilind ya Îslamabadê de hatibû zîndanîkirin û îro bi kefalet ji aliyê dadgehê de ji bo 2 hefteyan serbest hat berdan û ber bi bajarê xwe Lahorê de ket ser rê. Xan, di 9 ê gulanê de hatibû zîndanîkirin. Xan ji bo demekî dirêj di salona dadgehê de hat girtin. Xan, paşî di ser hesabê xwe yê medya civakî de vîdeoyekî belav kir û got:
“Min revandin û bi zorê di avahiyê de digrin. Ez ji bo temamê xelkê dibêjim ku niyeta wan xerabe. Dixwazin ji nûh de tiştekî bînin serê min û divê herkes ji bo vêya amade be.”
Paşî, Îmran Xan serbest hat berdan û bi parastinekî ewlehiyê ya baş, derket ber bi rêya Lahorê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin