Polîsê kujerê George Floyd bi kefaleta milyonek dolar hat berdan
PeyamaKurd - Polîsê bi navê Derek Chauvin ku 25ê Gulanê pêl serê George Floyd kiribû û ew fetisandinê kuştibû, bi kefaleta milyonek dolar hate berdan.
Li gorî ragihandina rojnameya New York Timesê ku agahiyên xwe spartiye parêzerê Chauvin, ji bo berdana Chauvin kelafeta pêwîst pêşkêşî dadgehê hatiye kirin.
Dadger Jeannîce Redîng li ser serlêdaneke beriya niha ya polîsê kujer, hin şert diyar kiriye ku divê Chauvin ji eyaleta Mînnesotayê dernekeve, têkiliyê bi malbata George Floyd re daneyne û hemû çekên xwe radestî polîsan bike.
Piştî kuştina George Floydê çermereş ji aliyê polîsê Amerîkî ve li dijî nijadperestiyê gelek xwepêşandanên protestoyî hatibûn lidarxistin û ew bûyer hatibû şermezarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin