Polîsê ku George Floyd kust hat zîndanîkirin
PeyamaKurd- Li Amerîkayê polîsê bi navê Derek Chauvin ê ku çoka dabû ser sitûyê zilamê bi navê George Floyd ku kesekî reşike û wî fetisand, di raya giştî ya Amerîka de gelek bertek bo bûyerê hat nîşandan û di encamê de polîs hat zîndanîkirin.
George Floyd di sala 1974an de li Amerîkayê hatiye dinyayê û li Minneapolisê li Conga Latina Bistro yê de wezîfedarê ewlekariyê bû. Dema polîs destê wî xistibû kelepçeyê û çokê xwe danîbû ser stûyê wî gelek caran qêriyabû û gotibû:
“Ez nikarin nefesê bistînim. Ji kerema xwe”
Piştî demekî ku çoka polîs li ser sitûyê wî mabû, jiyana xwe ji dest dabû. Bûyer ji aliyê xelkê de bi telefonên berîkê hatibû kişandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin