Jina polîsê ku George Floyd kustiye merê xwe berdide

01 June 2020 00:46 0 dîtin
Jina polîsê ku George Floyd kustiye merê xwe berdide

PeyamaKurd – Jina polîsê bajarê Mineapolîsê ku kesê bi navê George Floyd ê reşik fetisandibû û kuştibû bi rêya parêzerê xwe ragihand ku ew mêrê xwe berdide.

Polîsê Amerîkî Derek Chauvî duşema borî zilamekî reşik bi navê George Floyd (46 salî) li ber wesayîta polîsan pêl serê wî kiribû û bi fetisandinê ew kuştibû ku ev yek bûbû sedema nerazîbûneke mezin li seranserê Amerîkayê û hê jî xwepêşandan bi tundî berdewam dikin.

Jina polîsê qatil ku niha ew hatiye girtin, Kellie Chauvin bi rêya parêzerê xwe ragihand, “Ji kuştina Floyd gelekî xemgîn bûye û hevxemê malbata Floyd e. Derek Chauvin ji bo berdana mêrê xwe serêldan kiriye.”

Herwiha buroya parêzeriyê daye xuyakirin, her çiqas niha zarokê Kelly ji wê zewacê nîn in jî ji bo nas û dost û xizmên xwe di vê pêvajoyê de hêviya rêzgirtinê dike.

Piştî biryara berdana mêrê xwe ya Kellie Chauvin, li ser medya civakî gelek piştgirî bo wê hat dayîn û hat xwestin, her çi kesê bi kesên nijadperest re zewicî be wan berde.