Polîsê kevn Derek Chauvinê George Floyd kustibû bi 21 sal cezayê din hat cezakirin

08 July 2022 13:32 0 dîtin
Polîsê kevn Derek Chauvinê George Floyd kustibû bi 21 sal cezayê din hat cezakirin

PeyamaKurd – Polîsê kevn Derek Chauvinê yê ku ji ber kuştina George Floyd 22 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, dîsa ceza sitend û dadgehê 21 sal cezayê din ê girtîgehê lê birî.

Li gor zanyariyan Derek Chauvin ji ber ku mafê welatîbûnê yê Floydî û zarokekî/e çermreş a/ê 14 salî binpê kiriye, bi 21 sal cezayê din ê girtîgehê hatiye cezakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Derek Chauvinî di sala 2020ê de li bajarê Minneapolîsê yê eyaleta Minnesotayê, pê li stûyê George Floydê çermreşik ê DYAyî kiribû û ew kuştibû.

Chauvinî di meha Kanûna Pêşiyê de qebûl kiribû ku wî “mafê welatîbûnê binpê kiriye.” Li gorî nûçeya The New York Timesê, cezayê li Chauvinî hatiye birîn, wê di heman demê de were bicihkirin û wê wê bişînin girtîgeha federal.