Pistî kustina George Floydî xelk zêdetir çekan dikirin

03 June 2020 09:43 0 dîtin
Pistî kustina George Floydî xelk zêdetir çekan dikirin

PeyamaKurd - Li Amerîkayê di meha Gulanê de firotina çekan ji sedî 80 zêde bûye. Li gorî xwediyên dikanên çekan, bûyerên piştî kuştina George Floydî kiriye ku xelk zêdetir çekan bikirin.

Li gorî lêkolîneke FBIyê, ku xwe dispêrê daneyên fermî, di meha Gulanê de milyonek û 700 hezarçek hatine firotin û li gorî sala borî rêjeya çekan ji sedî 80 zêde bûye.

Li gorî sala borî, ji sedî 67ê welatiyan cara ewil çekek kirine û ji her 5 kesan 2 kes jin in.

Tê gotin ku kuştina George Floydî, qeyrana aborî û koronayê kiriye ku xelk zêdetir çekan bikirin.

George Floydê reşik hefteya borî li Minneapolisê dema ji aliyê polîsan ve hatibû desteser kirin jiyana xwe ji dest dabû û Amerîkîyan bo wî dest bi çalakiyên protestoyî kiribûn. Li gorî medya amerîkî di protestoyên li seranserê Amerîka de bi kêmanî ve pênc kes hatine kuştin.