Polîsê Japon: Kujerê Abe bawer dike ku têkiliya Abe bi rêxistinekî re heye
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Japonyayê Şinzo Abe di wexta ku xîtabî xelkê dikir û dora wî ji temaşevan û guhdarvanan qelebalix bû, bi êrîşekî çekdarî hat kuştin û kujerê wî ji aliyê polîsê Japonya de hat desteserkirin. Piştî îfadê êrîşker hat sitendin, polîsê Japonya derket ber çapemeniyê û ragihand ku kujer bawer dike ku têkiliya Abe bi rêxistinekî re heye û weha got:
“Gumanbar li hemberê rêxistinekî kîna wî heye û ji ber bawere ku têkiliya serokwezîrê berê Şinzo Abe bi rêxistinê re heye, Abe kuştiye.”
Abe, li bajarê Narayê tevlî mîtîngekî bû û piştî kujer bi sîlih lêxist wî birîndar birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da. Polîs behsa rêxistinê dike lê negot bê kujer gotiye ku têkiliya Abe bi kîjan rêxistinê re heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin