Interpolê hisyariya DAISê da: Heta çend salan…
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Interpol (Saziya Polîsê Navdewletî) Jurgen Stock hişyariya DAIŞê da û got, dê gelek girtiyên DAIŞê heta çend salan werin berdan û ev dê pêleke mezin a tawanan bi xwe re bîne.
Stock li Parîs a paytexta Fransayê bersiva pirsên rojnamevanan da û derbarê metirsiya girtiyên DAIŞê de diyar kir, gelek tawanbarên DAIŞê hene cezayê hindik wergirtine û lewra jî dê li demeke nêzîk werin berdan.
Stock got, gelek ji wan kêmtirî 5 selan cezayê girtîgehê wergirtine û wiha dewam kir: "Li gelek deverên dinyayê ev piştevanên destpêkê yên terorê û terorîstên pêşîn, dê heta çend salan werin serbest berdan.”
Stock destnîşan kir, piştî serbest bûna wan terorîstan îhtimala ku pêleke êrîşên DAIŞê li seranserê dinyayê dîsa destpê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin