Ji Serokê CIA hisyariya çeka atomî: Îran di nav çend hefteyan de dikare…

26 February 2023 13:43 0 dîtin
Ji Serokê CIA hisyariya çeka atomî: Îran di nav çend hefteyan de dikare…

PeyamaKurd - Serokê Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) William Joseph Burns, di hevpeyvîneka kanala CBS de ragihand ku Îran gihaye bi wê şiyanê ku dikare di nav çend hefteyan de asta meyandina ûranyûma xwe heta %90 zêde bike.

Serokê CIAyê tevî nîşandana nigeraniyê li ser raporên zêdekirina asta meyandina ûranyûma Îranê heya %84 got: “Eger rêberên Îranê bixwazin ji wê qonaxê derbas bin, tenê çend hefte digel meyandina ûranyûma %90 maye”.

Burns bal kişand ser ku bernameya moşekî ya Îranê heke bigihe qonaxa dawiyê, dibe xwediyê şiyana hilgirtina çekên atomî û ev hewlên Îranê nîgeraniyên navneteweyî zêdetir dikin.