Bennet ji medya Îngilîz re axivî: Îran bilez ber bi çêkirina çeka atomî ve diçe, rawestînin!

12 June 2022 16:08 0 dîtin
Bennet ji medya Îngilîz re axivî: Îran bilez ber bi çêkirina çeka atomî ve diçe, rawestînin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett ji rojnameya Brîtanî The Telegraph re axivî û hişyarî da ku Îran bi lezeke metirsîdar ber bi çêkirina çekên atomî ve diçe.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett, bal kişand ser xebatên bernameya nukleerî ya Îranê ku bêrawestan didomin û hişyarî da cîhanê.

Naftalî Bennett ku beriya niha jî daxwaza rawestandina danûstandinên vegera li peymana nukleerî bi Îranê re kiribû, dîsa bang li welatên rojava kir ku rê nedin Îran bibe hêzeke atomî.