Îranê rêjeya meyandina ûranyûmê îtiraf kir. Pir nêzî çeka atomî bûye...
PeyamaKurd - Îranê hemû tevî îdia û nûçeyên derbarê meyandina ûranyûmê bi rêjeya %84 li kargeha nukleerî ya Fordoyê, cara yekem bi fermî îtiraf kir ku ji tîrbûna %84 ûranyûma dewlemendkirî hatiye meyandin.
Ajansa Nornews a Îranî ku girêdayî Şûraya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê le, ragihand ku lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî, piştrast kiriye ku meyandina ûranyûma bi tîratiya %84 li Îranê hatiye dewelemendkirin.
Rêveberiya Îranê bi rapora Ajansa Enerjiya Atomî, bi awayekî nerasterast îtiraf kiriye ku bi rêjeya %84 ûranyûm hatiye meyandan.
Hêjayî bibîrxistinê ye, heger Îran bikare heta rêjeya ji sedî 90 ûranyûmê bimeyîne, wê bikare çekên nukleerî û atomî jî bi dest bîne ku di serî de Îsraîl û Amerîka bi tundî li dijî derdikevin û lewma jî niha hevdîtinên Vîyena yên vegera li Peymana Nukleerî xitimî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin