Ji Îranê îtiraf: Sûriye ji bo me derseke tal e
PeyamaKurd – Fermandarê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê Hisên Selamî di axaftina xwe ya sêyem de piştî rûxandina Beşar Esed û vekişîna hêzên wî ji Sûriyê, got ku Sûriye ji bo Îranê 'derseke tal e û ne cihê destwerdana derve ye.' Selamî herwiha gef li Îsraîlê xwar ku 'wê berdêlên giran bidin.'
Selamî daxwaz kir ku ji bûyerên li Sûriyê ders bên derxistin û amaje bi rûxandina rêjîma Esed ji aliyê hêzên opozîsyonê û bombebarankirina Israîlê li ser Sûriyê kir.
Selamî got, "Sûriye ji bo me derseke tal e... Divê em ji tiştên qewimîn dersê bigirin."
Îranê bi mîlyaran dolar xerc kir ji bo piştgirîkirina rejîmê di dema şer de û hêzên Pasdaran şand Sûrîyayê da ku hevalbendê xwe li ser desthilatê bihêle ji destpêka şerê navxweyî ve di sala 2011an de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin