Intifaz Kanber: “Kesê bixwaze li Iraqê biserbikeve divê ji aliyê serok Barzanî de bêdestkkirin”
PeyamaKurd – Zankoya Amerîkan-Kurdistan ya Duhokê bi navê “Forma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn” formekî çêkir û di nav axaftvanan de siyasetmedarê Iraqî û hem serokê Weqfa Futurê ku navenda wê Washingtone, İntifaz Kemal Kanber hebû. Kanber di axaftina xwe ya ji bo K24 ê de ragihand ku ‘kesê bixwaze li Iraqê biserbikeve, divê ji aliyê serok Barzanî de bêdestkkirin.’
Kanber got ku Kurd ne kêmnetewene û neteweyekî serkeftiye û di dahatûyê de şansekî wan yê zêde heye û hem Kurd di Kurdistanê û Iraqê de kêmneteweyan diparêzin. Kanber got ku Hewlêr bi awayeka bilez bipêş de diçe û di navbera kesên tevli formê bûne de têkiliyên pir baş hene û ew dizanin li Bexdayê pirsgirêka azadiyê heye.
Kanber got ku destûra Iraqê bi desteka lîderên Kurd bi taybetî bi ya serok Barzanî hatiye nivîsandin û di referandûmê de ji %80 zêdetir deng sitendiye. Kanber weha dewam kir:
“Serok Barzanî tekane kese ku ji bo Iraqê çarçoveyekî deyne. Çareseriya pirsgirêkên Iraqê bi bicîhkirina destûra Iraqê ya ku ji aliyê Barzanî de hatiye nivîsîn dibe. Ji bilî vêya kesê bixwaze li Iraqê biserbikeve, divê ji aliyê serok Barzanî de bêdestkkirin.
Piştî referandûma ‘Serxwebûna Kurdistanê’ tiştên li Kerkûkê qewimîn, tiştên şowenîst bûn. Mafê xwezayî yê xelkê Kurdistanê bû. Budeçeya wan birîn û li Kerkûkê xelkê kuştin. Mixabin kesên dixwazin li Iraqê xwe nîşan bidin, li hemberê Kurdan gotinan dibêjin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin