IOM: Li Libyayê zêdetirî hezar koçber di nav du rojan de hatine girtin

13 June 2021 13:25 0 dîtin
IOM: Li Libyayê zêdetirî hezar koçber di nav du rojan de hatine girtin

PeyamaKurd - Rêxistina Koçê ya Navnetewî (IOM) ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye ragihand, li peravên Libyayê di 48 saetên dawî de zêdetirî 1000 koçberên bêdestûr hatin girtin.

Berdevkê IOMê Sefa Msehli li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê koçberên li peravên Libyayê hatine girtin de got: “Ji aliyê Hêzên Deryayî yên Libyayê ve di du rojên dawî de rêya zêdetirî 1000 koçberên bêdestûr hat birîn."

Hêjayî bibîrxistinê ye, di çend salên dawî de beşeke mezin a koçberên bêdestûr ên Afrîkayî ku ji ber hejariyê û şer direvin, Libyayê wekî derbasgehekê bi kar tînin û ji wir jî derbasî Ewropayê dibin.