Îran, bertekê nîsanî pêswazîkirina Meryem Recevî ya ji terefê meclisa Îtalyayê de, da

13 July 2023 22:11 0 dîtin
Îran, bertekê nîsanî pêswazîkirina Meryem Recevî ya ji terefê meclisa Îtalyayê de, da

PeyamaKurd – Dewleta Îranê rêxistina Mucahidên Xelk li cem xwe rêxistina terorê qebûl dike. Li ser li meclisa Îtalyayê de ku seroka rêxistina Mucahidên Xelk Meryem Recewî kirin mêvan, Îranê bertek nîşan da û gazî balyozê Îtalyayê yê li Tehranê Giuseppe Perrone kir da here wezareta karên derve. Ragihandina bûyerê ji aliyê televizyona dewletê de hat kirin.

Îranê li ser bûyerê berteka xwe ji balyoz re got û weha dewam kir:

“Mînakekî aşkeraye ku çend parlementerên Îtalyayê terorîsteka sûcdar kiriye mêvan û ev kiryar mînaka teşwîqkirina terorê ye.”

Mucahidên Xelk di sala 1965an de derket ortê, di sala 1979an de bi desthilatê re rejîma şahê Îranê roxandin û dema li ayetullahan re lihev nekirin,  Tehran rêxistinê di sala 1981an de, wê rêxistina terorê îlan kir.