‘Îran bi hilwesandina ‘Polîsê Exlaqê’ raya gistî dixapîne!’

07 December 2022 18:52 0 dîtin
‘Îran bi hilwesandina ‘Polîsê Exlaqê’ raya gistî dixapîne!’

PeyamaKurd – Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International), li ser mijara daxuyaniyên rejîma Îranê yên derbarê hilweşandina Polîsê Exlaqê ku keça Kurd Jîna Emînî ji ber pora wê xuya kiribû, bi destê wan hatibû kuştin daxuyanî da.

Amnestyê bal kişand ser ku di dema protestoyan de tundûtujiyeke berdewamî li ser jin û keçan berdewam kiriye û rejîma Îranê yasaya hîcabê li ber çavan nagire û bi hilweşandina Polîsê Exlaqê “Geşda Îrşad” raya giştî dixapîne.

Amnestyê got: “Civaka navnetewî û medyayên navdewletî divê rê nedin ku rayedarên Îranê bi vê yekê kiryarên xwe veşêrin.”

Rêvebera ofîsa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Amnestyê destnîşan kir: “Heta roja ku hemû yasa û rêzikên “tohmetbar, sivikayetî û cudahîdanîn” yên li ser hîcaba bi zorê neyên rakirin, heman tundûtûjiya ku bûye sedema girtin û kuştina Jîna Emînî, dê li dijî milyonan jin û keçên dinê berdewam be.

Rejîma Îranê dixwaze bi daxistina polîsê exlaqî raya giştî ji serhildana seranserî bixapîne û her lewma rêkxirawên navnetewî jî, ji civatgeha cîhanê daxwaz kirine ku bi vê yekê neyêne xapandin.”