Îran dê tetbîqata erdheja mezin bike
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê ragihand, ji bo erdhejeke bi lerza 7an dê li Tehrana paytexta Îranê, tetbîqateke berfireh a rizgarkirina asîmanî were lidarxistin.
Serokê Dezgeha Pêşîlêgirtin û Birêvebirina Qeyrana Tehranê Elî Nasirî ragihand ku bi tetbîqata ku dê 2yê Adarê were lidarxistin, armanca wê ew e ku asta amadebaşiyê ji bo erdhejeke muhtemel baş bikin û hevaheng bikin.
Nasirî bal kişand ku tetbîqat dê amadebûna tîmên alîkariyê û rizgarkirinê yên asîmanî bipîve û got: "Ev tetbîqat li gorî senaryoya erdhejeke texmînî ya ku li bakurê Tehranê bi mezinahiya 7 rîxterê pêk hatiye, tê kirin.”
Nasirî diyar kir ku dê 15 rêxistin beşdarî tetbîqatê bibin û got ku beriya niha jî 2 rahênanên bi vî rengî hatibûn lidarxistin û ya sêyemîn jî ji tetbîqata alîkariya asîmanî û rizgarkirinê dê îsal were lidarxistin.
Serokê Meclisa Bajarê Tehranê Mehdî Çamran jî di daxuyaniya xwe ya 12ê Sibatê de diyar kiribû ku erdhejeke ku dibe li Tehranê çêbibe bi qasî erdhejên ku navenda wê Mereş e û Tirkiye û Suriyeyê pê wêran bûye, wiha got:
"Welatên din jî hene ku di bin cerebeyan de ne. Di tevahiya salê de erdhej çêdibin, lê avahiyên xwe bi rêk û pêk çênakin. Ji ber vê yekê bûyerên wiha nabînin. Heger ku em avahiyên mayînde çênekin, ne diyar e ku em ê bibin şahidên karesatên çawa."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin