Îran deriyê sînor yê Dogarûnê ji Talîbanê re girt
PeyamaKurd – Îranê bi sedema xebatên rê bi Talîbanê re lihev nekir û deriyê Dogarûnê yê li rojhilat yê navbera xwe û Afxanistanê girt. Li gor ragihandina ajansa nîv fermî ya Îranê Temsîmê; artêşa îranê beşa parastina sînor û hêzên Talîbanê lihev nekirin û ji ber Talîbanê dest bi xebata çêkirina rêyan kir, Îranê bo demkî derî girt.
Hat ragihandin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê artêşa Îranê û rêvebirên Afxan dest bi hevdîtinan kirine.
Sînorê Dogarûnê di navbera Afxanistan û Îranê de deriyeka herî girînge û eyaleta Rezewî Xorasan a Îranê û bajarê Afxanistanê yê bi navê Heratê bi hev ve girêdide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin