Îran | Di 6 mehan de 354 kes hatin îdamkirin: 206 Belûç, 77 kes jî Kurd in
PeyamaKurd – Li gorî amarên rapora Saziya Mafên Mirovan a Îranê, di nav 6 mehan de 354 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.
Di rapora ku îro 4ê Tîrmehê hatiye belavkirin de hatiye ragihandin, di heyama 6 mehan de herî kêm 354 kes li Îranê ji aliyê dadgehên rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.
5 kes ji wan 354 kesan bi tohmeta beşdarbûna xwepêşandanên seranserî ya gelên Îranê hatine bidarvekirin.
Hatiye diyarkirin ku 71 kesên hatine îdamkirin Belûç bûne û 206 kesên din ku hatine bidarvekirin jî bi tohmetên madeyên hişber hatibûn binçavkirin û piştire hatine darvekirin.
Bi vê amara darvekirinan re di nav 6 mehan de, rêjeya darvekirinan li Îranê ji sedî 126 zêde bûye.
Herwiha Hengawê jî eşkere kiriye ku 77 welatiyên Kurd di 6 mehên destpêka sala 2023yan de hatine îdamkirin ku rêjeya îdamkirina welatiyên Kurd îsal 47% zêde kiriye. Di sala 2022yan de jî 52 welatiyên Kurd hatibûn îdamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin