Îran: Eger Îsraîl li gorî agirbestê tevnegere wê ser li herêmê belav bibe
PeyamaKurd – Têkildarî agirbesta di navbera Îsraîl û Filistînê de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan got, "Eger Îsraîl li gorî agirbestê tevnegere, wê şer li herêmê belav bibe."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiya têkildarî biryara agirbestê ya di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de li Beyrûta paytexta Lubnanê ku ji bo hevdîtinên fermî hatibûn wir daxuyaniyek da. Abdullahiyan diyar kir ku ew piştgiriyê didin biryara Hamasê ya derbarê qutbûna mirovahiyê de û got, "Di encama berxwedana 48 rojan de Amerîka û Îsraîlê dîtin ku nikarin girtiyên xwe rizgar bikin û bi şer Hamasê tune bikin."
"Me ev yek ji Amerîka û welatên din ên piştgiriya Îsraîlê re jî got."
Abdullahiyan hişyarî da ku divê Îsraîl pabendî qutbûna însanî ya ku bi Hamasê re li hev hatiye kirin tevbigere û got, "Em ê bibînin ku agirbesta li Xezzeyê wê çawa pêş bikeve. Weke me berê jî got, ev der xaka me ye û em henekê xwe bi kesî nakin. Divê Îsraîl pabendî agirbestê be.”
Abdullahiyan hişyariya xwe ya li ser berfirehbûna şerê li Xezzeyê li herêmê dubare kir û got, eger Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê bi cîbicîkirina biryara demkî ya mirovî berdewam bike, wê şer li herêmê belav bibe.
Herwiha Abdullahiyan got, “Eger sibe agirbest bikeve meriyetê û êrîşên Îsraîl ên li ser Xezzeyê bidomîne, wê tu tişt ne wekî beriya agirbestê be. Şer wê li herêmê belav bibe. Me ev yek ji Amerîka û welatên din ên piştgiriya Îsraîlê re jî got. Em li gel berfirehkirina şer nînin, lê eger êrîş berdewam bin wê şer berfirehtir bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin