Îran: Em pistgiriyê didin her pêngava ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê bê avêtin

11 March 2023 12:30 0 dîtin
Îran: Em pistgiriyê didin her pêngava ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê bê avêtin

PeyamaKurd – Tirkiye û Sûriye ku piştî erdhejê wêraniyeke mezin dît, têkiliyên xwe yên bi welatên herêmê re didomînin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ku piştî Enqereyê çûbû Şamê jî got, "Em piştgiriyê didin her pêngava ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê bê avêtin."

Wezîrên derve yên Sûriye û Îranê piştî civîna xwe ya li Şamê paytexta Sûriyê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîkdad di hevdîtina bi Abdullahiyan re ku piştî serdana xwe ya Tirkiyeyê çûbû Şamê got, "Armanca Sûriyeyê ew e ku têkiliyên xwe bi welatên herêmê re asayî bike." Abdullahiyan herwiha diyar kir, ew "piştgiriyê didin her pêngava çareseriya aloziya Sûriyeyê."

Abdullahiyan da zanîn, yekane çareseriya krîzên li herêmê hevdîtin û diyalogên dualî ye û got, "Em pêşwazî li hevdîtinên çaralî yên ku li Moskowayê tên lidarxistin, bi mebesta pêkanîna hevkariyeke berfireh û derketina ji van qeyranan."