Îran. Hebûna Amerîka li Sûriyê qanûnî nîne

27 August 2022 17:39 0 dîtin
Îran. Hebûna Amerîka li Sûriyê qanûnî nîne

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî roja îna borî, hebûna Amerîkayê ya li Sûriyê weka îşxal binav kir û ji bo êrîşên hewayî yên Amerîkayê li Sûriyê weha got:

“Li hemberê parêzvanên yekîtiya axa Sûriyê û serxwebûna wê, êrîşekî li dijî qanûna ye.”

Nasir Kenanî li ser êrîşa Amerîkayê ya li Dêrezorê ku roja sêşema borî hatibû kirin, di ser hesabê xwe yê Twitterê de got ku têkiliyên Îranê û grûbên ku Amerîkayê êrîş biriye ser wan, di navbera wan û Îranê de ti têkilî tineye, hebûna Amerîkayê li Sûriyê îhlala qanûna navdewletiye, îşxale û tenê bahaneye ku dibêje li hemberê terorê şer dikin.

Çarşema borî hêzên Amerîkayê bi fermana Biden li Dêrezorê êrîşê biribû ser grûbên bi desteka Îranê.