Pentagon: Wê Amerîka hebûna xwe ya li Sûriyê bidomîne

08 December 2024 15:41 0 dîtin
Pentagon: Wê Amerîka hebûna xwe ya li Sûriyê bidomîne

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku piştî hilweşîna rejîma Esed jî ew dê hebûna xwe ya li Sûriyeyê berdewam bikin.

Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn di Pentagonê de, Daniel Shapiro, li paytexta Bahreyn Manamayê di civîne rojnamevanî de, li ser ruxandina deshilata Rêveberiya Beas û Beşar Esed banga parastina kêmîneyan û sivîlan kir.

Shapiro diyar kir ku bi qasî 900 leşkerên Amerîkî li Sûriyeyê hene ku dê heta bi awayê mayînde têkbirina DAIŞê wê hebûna xwe berdewam bikin.

Berpirsê Amerîkî herwiha da zanîn, heger rejîma Esed hilweşiyabe divê ti kes rondikan ji bo wê nebarîne û bang li komên çekdarên opozîsyonê jî kir, li ser parastina kêmîneyan û sivîlan li gorî pîvanê leşkerî yên navnetewî tevbigerin.