Çîn: Hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê neqanûnî ye

03 December 2022 12:30 0 dîtin
Çîn: Hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê neqanûnî ye

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Cao Licien diyar kir, Amerîkayê ji Sûriyeyê qaçaxiya neft û genim dike û ji ber vê yekê heta niha zêdetirî 100 milyar dolar zerar dîtine û got, "Hebûna leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê ne yasayî ye."

Cao di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de li Pekînê, îdiaya ku artêşa Amerîkayê di 1ê Kanûnê de 54 tankerên petrolê ji bakurê Sûriyê veguhestine baregehên xwe yên li Herêma Kurdistanê nirxand.

Cao diyar kir, li gorî daneyên fermî yên hikûmeta Sûriyeyê, ji sala 2011an ku şerê navxweyî li Sûriyeyê destpê kir heta nîvê yekemîn a sala 2022'an, bi qaçaxî ya Amerîkayê zêdetirî 100 milyar dolar zirar dîtiye û wiha got: "Hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê ne yasayî ye, neqanûnî ye ku Amerîka neft û genim ji Sûriyê bi qaçaxî bikşîne û neyasayî ye ku Amerîka moşekan derbasî Sûriyê bike."

Cao herwiha eşkere kir, hin Sûriyeyiyan ragihandine ku di mehên zivistanê de ji ber nefta qaçax wê pirsgirêkên gel çêbibin û got, divê civaka navneteweyî ji rewşê re nebe temaşevan û bi baldarî van îdiayan lêkolîn bike.

Cao, Amerîka ji aliyekî ve bi binpêkirina qanûn û rêgezên navneteweyî sûcdar kir û got:

"Dema ku Dewletên Yekbûyî behsa 'qanûnan' dike, ew bi gelemperî tenê hewl dide hincetekê bibîne, da ku xizmeta berjewendiyên xwe bike an hegemonyaya xwe biparêze. Wekî ku Balyozê berê yê Fransa li Washington Gerard Araud û gelek kesên din jî got, 'Amerîkî wekî xwe dikin. Ji kerema xwe, li gorî hiqûqa navneteweyî ya ku xwe pênase dike tev bigere. Ji ber vê yekê cîhan vê fermanê wiha dibîne."