Îranê hisyariyeke balkês li ser Îsraîlê da!

27 May 2024 09:02 0 dîtin
Îranê hisyariyeke balkês li ser Îsraîlê da!

PeyamaKurd – Sekreterê Encumena Stratejîk a Pêwendiyên Derve ya Îranê û Serokê Berê yê Danûstandinan Ebas Arakçî got: Metirsiya nukleer a Israîlê wê welatên navçê neçar bike ku li helwêstên xwe yên çekên nukleerî binerin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Arakçî Sekreterê Giştî yê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Derve ya girêdayî Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî, di Foruma El Cezîre ya ku doh li Qeterê bi sernavê "Piştî Tofana El-Eqsayê veguhertinên li Rojhilata Navîn" hat lidarxistin de axivî.

Arakçî di axavtina xwe de diyar kir ku Îran li dijî çareseriya 'du dewletî' ya di navbera Filistîn û Îsraîlê de ye û got, "Çareseriya Îranê li ser esasê yek welatekî ku wê bi referandumê di navbera Misilman, Cihû û Xirîstiyanên li Filistînê de ava bibe ye."

Arakçî bal kişand ku li herêmê pirsgirêka çekên nukleerî ya ji Îsraîlê derketiye û tehdîdên hin rayedarên Îsraîlê yên bikaranîna çekên nukleerî hene û wiha got:

"Îsraîl ne înkar kir û ne jî piştrast kir ku çekên nukleerî hene. Di vê mijarê de bijardeya nezelaliya stratejîk hilbijart, lê piştî berxwedana 8 mehan a li Xezzeyê, xuya ye ku Îsraîl êdî ji vê çarçoweya nediyariya stratejîk derketiye."

"Metirsiya nukleerî ya Îsraîlê wê hevkêşeya ewlehiyê li herêmê biguherîne û yên din neçar bike ku li ser helwestên xwe yên nukleerî li ber çavan re derbas bibin."

Rêberê Îranê Xamineyî di destpêka salên 2000î de bi dayîna fetwayê, pêşxistin an bikaranîna çekên nukleerî qedexe kir.