Îranê bersiva Brîtanyayê da: Rahênana leskerî hisyariyeke ji bo Îsraîlê

26 December 2021 19:50 0 dîtin
Îranê bersiva Brîtanyayê da: Rahênana leskerî hisyariyeke ji bo Îsraîlê

PeyamaKurd – Hêzên Îranê di rahênana salane ya leşkerî ya doh Kanûnê pêk hat de, 16 moşekên balîstîkî ceribandibûn û Brîtanyayê bi daxuyaniyekê ew kiryara Îranê bi tundî şermezar kiribû û Îran bi binpêkirina biryarên Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî tawanbar kiribû.

Li ser daxuyaniya Brîtanyayê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Hetîbzade bertek nîşan da û got, ew ceribandina moşekên balîstîk hişyariyeke ji bo Îsraîlê û red kir ku bernameya wan a nukleerî ji bo çekên atomî tê bikaranîn.

Li gorî medya Îranê Xetîbzade gotiye, daxuyaniya Brîtanyayê destwerdana karûbarên navxweyî yên pêşxistina berevaniya Îranê ye û ti pêwendiya ceribandina moşekan bi biryarên NY re nîne.