Îranê li Deryaya Hazarê rahênana leskerî da destpêkirin
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku Hêzên Deryavaniya Îranê li Deryaya Hazarê rahênana leşkerî dan destpêkirin.
Li gorî nûçeyê di rahênana hêzên deryayî ya bi navê "Ewlekariya Berdewam 1401" de, balafir, helîkopter, sîstemên elektronî yên şer û balafirên bêmirov jî cî digirin.
Wekîlê Fermandarê Giştî yê Hêzên Deryayî yê Îranê Hemze Elî Kavîyanî gotiye, mebesta wan bi vê rahênanê pîvandina performansa yekîneyan û ezmûnên leşkerî ye.
Herwiha li gorî IRNAyê Kavîyanî daye xuyakirin ku Deryaya Hazarê deryaya aştî û dostaniyê ye û ew ê nehêlin ti aliyek ewlekariya wê têk bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin