Îran: Îhtîmala belavbûna ser ya li cepheyên dinê zêdetir dibe
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan piştî bi hemkarên xwe yê Pakistan, Malezya û Tûnisê re axifî, got îhtîmala belavbûna şer ya li cepheyên dinê zêdetir dibe û di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha dewam kir:
“Di axaftina min de, min ragihand ku êdî gihane dawiya rêya çareseriyê û her diçe îhtîmala şer ya cepheyên dinan zêdetir dibe.”
Abdullahiyan di axaftinên xwe de bi hemkarên xwe re li ser mijara şerê navbera Hamasê û Îsraîlê axifîye, behsa rawestandina êrîşên sîvîl kirine û behsa pêdiviya vekirina rêya alîkariya mirovî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin