Îranê ji bo pêswazîya heciyên çileya Îmam Husên spasiya Kurdistanê kir

04 November 2024 19:24 0 dîtin
Îranê ji bo pêswazîya heciyên çileya Îmam Husên spasiya Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 4ê Mijdarê bi Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî civiya.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê spasiya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku wan fermana dabînkirina hemû îmkan û xizmetguzariyan ku salane pêşkêşî heciyên çileya şehîdbûna Îmam Husên dikin, dane. 

Konsulê Giştî yê Îranê spasiya parêzgarê Hewlêrê û endamên komîteya pêşwazîkirina heciyên Îranê kir, ji bo pêşwazîkirin, alîkarî û asankariyên pêşkêşî heciyan kirin, herwiha karê parêzgar jî di vê derbarê de bilind nirxand.

Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir, Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman dane ku salane hemû xizmetguzarî û hêsankariyan pêşkêşî heciyên çileya Îmam Husên bikin.