Hêzên ewlehiya Îranê du ciwanên din di çileya Jîna Emînî de kustin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiya Îranê du welatî di encama xwepêşandanên çileya kuştina Jîna Emînî de kuştin
Li gor zanyariyan, şeva borî li 13 bajarên Rojhilata Kurdistanê xwepêşandan pêk hat û du hemwelatiyên bajarên Mehabad û Sine yên bi navên Îsmaîl Mewlûdî û Mihemed Şerîetî bu guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve can dan.
Herwiha Rêxistina Mafên Mirova Hengawê diyar kir: “Di dema xwepêşandanên şeva borî de, li bajarê Sine ciwanekî temen 21 salî yê bi navê Mihemed Şerîetî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve can da û li gor heman çavkaniyê di xwepêşandanên bajarê Mehabadê yên şeva borî de jî ciwanekî bi navê Îsmaîl Mewlûdî yê temen 35 salî ku wekû Simko dihate naskirin, bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî bibîrxistinê ye, do roja çileya Jîna Emînî bû û li bajarên Urmiye, Mehabad, Bokan, Seqiz, Dîwandere, Merîwan, Sine, Qurwe, Kameran, Rewanser, Kirmaşan, Qesrî Şirîn û Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê derketin ser kolanan û hêzên ewlehiya Îranê li piraniya wan bajaran rasterast xelk da ber guleyan û li bajarên Kirmaşan, Sine, Seqiz, Bokan, Merîwan, Qurwe û Mehabadê bi dehan kes birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin