Mehabad | Jineke ciwan bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve sehîd bû
PeyamaKurd – Xwepêşandanên ku li ser kuştina keça Kurd a Rojhilatî li bajarên Îran û Kurdistanê mehek in dewam dikin, bi raperînê hat encamdan. Di çarçoveya wê de li Mehabadê jî xelk rabû ser piyan û di encamê de jineke ciwan şehîd ket.
Li gor zanyariyan, di xwepêşandanên li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê de, jineke ciwan a xelka Serdeştê bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve şehîd bû.
Hat zanîn ku şeva borî 27.10.2022yê Firîşte Ehmed a temen 32 salî û xelka bajarê Serdeştê û rûniştvana bajarê Mehabadê bû, di xwepêşandanên şeva borî yên li Mehabadê de bi guleyekê şehîd bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin