Hêzên Îranê kolberê ciwan kust

19 August 2024 14:19 0 dîtin
Hêzên Îranê kolberê ciwan kust

PeyamaKurd – Rejîma Îranê, li Hewramanê kolberekî din ê Kurd ê bi navê Aram Xelîl kuşt.

Hate ragihandin ku hêzên sînorî yên rejîma Îranê, li Hewramanê kolberê Kurd ê bi navê Aram Xelîl kuştine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku bûyer doh êvarê li gundê Sergetiyê yê herêma Hewramanê ya Helebceyê rû daye.

Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê li Sergetiyê rasterast gulê li kolber Aram Xelîl û çend kolberên li gel wî reşandine û di encama gulebaranê de Aram Xelîl canê xwe ji dest daye.

Kolberekî hevalê Aram Xelîl, di derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got: “Wî her roj karê kolberiyê dikir. Di di derdora demjimêr 08:00ê êvarê hêzên sînorî yên Îranê gule li wan reşandin.”

Hevalê Aram diyar kir ku wan Aram bi brîndarî gihandiye nexweşxaneyê, lê belê ji ber ku brînên wî giran bûne, Aram rizgar nebûye.

Hevalê wî da zanîn ku dê û bavê Aram ne li jiyanê ne û wî jî ji bo li xwişk û birayên xwe binihêre kolberiyê kiriye.