Îran li Iraq û Sûriyê bi zindîkirina DAISê bersiva guvasên Amerîkayê dide!

19 November 2018 16:42 0 dîtin
Îran li Iraq û Sûriyê bi zindîkirina DAISê bersiva guvasên Amerîkayê dide!

PeyamaKurd / Analîz - Bi taybet piştî ambargoya çar hawîr ya Amerîkayê bi ser rejîma Îranê de, Îran jî bi milîşeyên xwe yên li Sûriye û Iraqê ket nav hewla rêgiriya têkoşîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞÊ.

Li gor medya dewleta Sûriyê doh 18ê Mijdarê DAIŞê piştî êrîşeke hêzên artêşa Sûriye û milîşeyên Îranê, binkeyên xwe yên ser çiyayên Telul Sefa yên rojhilatê Suweydayê bêyî berxwedaneke mezin vala kir û ji hêzên rejîma Sûriyê re berda.

Li Iraqê jî Îran bi rêya hêzên Heşda Şabî bersiva dorpêç û guvaşên Amerîkayê dide û ji têkoşîna dijî DAIŞê re astengiyan derdixe.

Li gor nûçeya malpera Sky Press a Iraqê, Heşdî Şabî li Enbarê çûye nav baregeha leşkerî ya Ebu Reza El Beldawaî û rê li ber rabûna balafirên hevpeymaniyê girtiye û nehiştiye ti balafireke Amerîkayê ji baregehê derkeve.

Herwiha Heşda Şabî ji xeynî derxistina astengiyan, gef li hevpeymaniya ku Amerîka pêşengiya wê dike xwariye û daye xuyakirin, ger balafirên Amerîkayê rabin ew dê êrîşî wan bikin.

Îran bi dorpêçên Amerîkayê yên navndewletî tengezar bûye ku Amerîka van demên dawî zêdetir gefên têkdana rejîma Îranê dixwe.

Lewma jî Îran hêzên xwe yên nerewa yên li Rojhilata Navîn ên wekî Hizbullah û Heşda Şabî, li Sûriye û Iraqê li dijî Amerîkayê û hevpeymanan van rojên dawî dîsa dixe nav liv û tevgerê.