Îran li ser sindoqan e: 4 namzetên serokomariyê hevrikiyê dikin
PeyamaKurd – Dengdana ji bo Hilbijartinên Serokomariyê yên Serdema 14emîn li Îranê li gor saeta herêmî saet 08:00an destpê kir.
Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî dengê xwe avêt sindoqa ku li hola Huseyniya Îmam Xumeynî hatibû danîn û li Tehranê pêşwaziya wî kir.
Li gorî daneyên Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Navxweyî, li welatê ku nifûsa wê 88 mîlyon e, bi qasî 62 mîlyon hilbijêr wê di sindoqên ku li zêdetirî 59 hezar navendên dengdanê hatine avakirin de dengê xwe bidin. Herwiha hemwelatiyên Îranê yên li derveyî welat wê li navendên hilbijartinê yên ku li 95 welatan hatine avakirin, biçin ser sindoqan.
Proseya dengdayînê ku li gorî saeta herêmî saet 08.00an destpê dike wê saet di 18.00an de bi dawî bibe, lê ger pêwîst bike bi biryara Navenda Hilbijartinê ya girêdayî Wezareta Karên Hundir ev dem dikare bê dirêjkirin.
Namzetê reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan, namzetên mûxafazakar Serokê Meclîsê Muhammed Baqir Qalîbaf, Sekreterê Giştî yê berê yê Lijneya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Seîd Celîlî û Wezîrê Karên Hundir ê berê Mustafa Purmuhammedî di hilbijartinê de hevrikiyê dikin.
Namzetên muhafezekar Şaredarê Tehranê Alî Riza Zakanî û Emîr Huseyîn Qadîzadehaşimî beriya hilbijartinê bi saetan ji namzetiya xwe vekişiyan "ji bo yekitiya baskê muhafazakar pêk bînin."
Namzetên ku di tûra yekem de bên hilbijartin divê ji sedî 50+1 dengan bistînin.
Ger namzedek ku di tûra yekem de ji sedî 50+1 zêdetir bi dest bixe tune be, 2 namzedên ku herî zêde deng bi dest bixin wê derbasî tûra duyemîn bibin û di tûra duyemîn a 5ê Tîrmehê de serketî bibe 9emîn Serokomarê welêt.
Tê çaverêkirin ku ewil daneyên encamên hilbijartinan nîvê şevê bên eşkerekirin û encamên dawî sibe bên eşkerekirin.
Li Îranê serokomar 4 salan kar dike û herî zêde 2 caran li pey hev dikare were hilbijartin.
Namzedê reformxwaz Pezeşkian di anketan de li pêş e
Herî dawî di rapirsiya raya giştî ya ku ji aliyê Ajansa Rapirsiya Xwendekarên Îranê (ISPA) ve di 26ê Hezîranê de li seranserê welêt bi 3 hezar û 589 kesan pêk hat, Pezeşkiyan bi rêjeya ji sedî 33,1 bû yekem, Celîlî bi rêjeya ji sedî 28,8 bû duyemîn û yê din. Namzetê muhafazakar Mihemed Bakir Kalibaf bi rêjeya ji sedî 19,1 di rêza sêyemîn de cih girt.
Li gorî anketan, Pezeşkiyan li herêmên ku welatiyên Tirk, Kurd û Belûç lê kom bûne, li gorî namzedên din rêjeya dengan bilindtir e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin