Dizeyî: Îran ji bo vesartina tawanên xwe Iraqê kiriye qada hevrikiyê
PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî destnîşan kir ku êrîşa rejîma Îranê ya ku li hember Herêma Kurdistanê hatiye kirin, karesatek e û got ku "Îran ji bo veşartina tawanên xwe, bi çend sedeman Iraqê kiriye qada hevrikiyê."
Sefîn Dizeyî di daxuyaniya çapemeniyê de peyivî: “Ti pirsgirêkên me bi Îranê re tune bûn. Berovajî demeke dirêje pêwendiyên me yên baş hebûn. Tiştê ku li hember Herêma Kurdistanê hatiye kirin karesatek e. Îran ji bo veşartina tawanên xwe, sedem, derew, xapandin, bi Photoshop û tiştên din wêneyan çê dike, ev jî ne li gorî reftara welatekî ye. Her çend di demên borî de çendîn êrişên din yên bi sedemen cuda li ser Hewlêrê hatibûn kirin jî, em hêvîdar in ku careke din tiştekî wiha dubare nebe. Mixabin Iraq bûye qada nakokiyên Îranê. Herêma Kurdistanê ti carî nebûye metirsî li ser ti welatekî cîran, berovajî herdem destê alîkariyê dirêj kiriye.”
Pasdarên rejima Îranê, di 16ê Çileyê de bi mûşeken balîstîkî êrîşî maleke sivîl a li Hewlêrê kirin û di encamê de 4 welatiyên sivîl hatibûn kuştin û 6 jî birîndar bûbûn.
Ji ber nebûna delîl û belgeyên ji bo veşartina tawana êrîşa mûşekî ya Pasdaran, hin dezgehên ragihandinê yên Îranê, ji bo medya û raya giştî bixapînin, bi Photoshopê, dest bi pînekirina wêneyên sexte kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin