Amerika: Îran ji bo vesartina sikest û pirsgirêkên navxwe dixwaze êrîsî ser Hewlêr û Siûdiyê bike
PeyamaKurd – Siûdiyê do bi raporteke îstixbaratî diyar kir, Îran ji bo veşartina şikest û pirsgirêkên navxwe, dixwaze êrîş ser Hewlêr û Siûdiyê bike.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî îro da zanîn, di berevanîkirina hevpyemanên xwe yên li navçeyê de, em ê dudil nabin.
Erebistana Siûdî do di raporteke îstixbaratî de eşkera kiribû, xwedê giravî Îran dixwaze ji bo veşartina xwepêşandanên navxwe yên li Îranê êrîşî ser Hewlêr û Siûdiyê bike.
Herwiha di derbarê wê de îro 02.11.2022yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir, ji bo berevanîkirina berjewendiyên xwe û hevbeşên xwe yên li navçeyê, em tu carê dudil nabin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de got: “Em ji gefên Îranê nîgeran in, berdewam bi rêya kanalên leşkerî û dîplomatîk û îstixbaratî de li gel Siûdiyê em li ser xetê ne. Em ji bo berevanîkirina li xwe û hevpeymanên xwe yên li navçeyê bi kiryarî jî dudil nabin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin