Sahê Behreynê: Êdî pirsgirêkên me bi Îranê re nemane
PeyamaKurd – Şahê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe diyar kir ku kêşeyên li gel Îranê bi dawî bûne û tekez kir ku ti sedemek ji bo paşxistina asayîkirina pêwendiyên bi vî welatî re nîne.
Şahê Behreynê doh li Moskowê di hevdîtina xwe ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de çend mijar gotûbêj kirin. Pûtîn bal kişand ser pêşdebirina hevkariya bazirganî ya di navbera her du welatan de.
Melîk Hemed got, "Di navbera welatên Ereban de lihevkirineke tam heye ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn divê konferansa aştiyê were lidarxistin. Yekem welatê ku me serlêdana lidarxistina konferansê kir Rûsya bû, ji ber ku Rûsya welatê herî bibandor e di qada navneteweyî de."
Melîk Hemed derbarê têkiliyên bi Îranê re wiha got:
“Berê pirsgirêkên me bi Îranê re hebûn, lê niha ti pirsgirêk nîne. Ti sedem nîne ku asayîkirina têkiliyên bi Îranê re were paşxistin. Bi giştî niyeta me heye ku bi cîranên xwe re têkiliyên cîrantiyê yên baş deynin û bêguman em dikin. Em hewl didin bi wan re têkiliyên normal ên dîplomatîk, bazirganî û çandî deynin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin