Mesrûr Barzanî û Sahê Behreynê seferên rasterast û vekirina konsulxaneyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Kanûnê li Koşka Safiriye ya Menameyê bi Şahê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe re civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinê ragihand, “Şahê Behreynê pesnê pêşketin û avedanî û rewşa aramî û pêkvejiyana Herêma Kurdistanê bi rêberiya jîr û hekîmane ya Serok Mesûd Barzanî da. Herwiha amadebûna Şahnişîna Behreynê ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê di hemî waran de diyar kir.”
Mesrûr Barzanî jî rêz û spasiyên Herêma Kurdistanê ji bo piştevanî û alîkariyên Behreynê diyar kirin.
Hate diyarkirin ku her du alî hevnerîn bûn û li ser girîngiya zexmkirina pêwendiyan û vekirina Konsulxaneya Behreynê li Herêma Kurdistanê û destpêkirina seferên rasterast ên Mename û Hewlêrê di paşerojê de li hev kir.
Di civînê de, rewşa giştî ya Sûriyeyê û herêmê jî hate guftûgokirin. Di hevdîtinê de Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî Mîr Nasir Bin Hemed Al Xelîfe û hejmareke wezîrên Behreynê jî amade bûn.
Mesrûr Barzanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê spasiya xwe bo mêvanperweriya Şahê Behreynê anî ziman û diyar kir, Herêma Kurdistanê dixwaze ji ezmûna serkeftî ya pêşveçûna aboriya Behreynê sûdê wergire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin