Gavito: Amerîka dixwaze bi rêbazên dîplomatîk pirsgirêkên xwe û Îranê çareser bike
PeyamaKurd – Berpirseke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di derbarê danûstandinên Amerîka û Îranê de diyar kir, nabe Îran li aliyekî qala dîplomasiyê bike û li aliyê din bi rêya milîsên Şîe rewşa Iraq û deverê aloz bike.
Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di karûbarên Îran û Iraqê de Jennifer Gavito da zanîn, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi zelalî gotiye ku Amerîka dixwaze bi rêbazên dîplomatîk pirsgirêkên xwe û Îranê çareser bike.
Herwiha Jennifer Gavito eşkere kir, lê Îran divê dest ji piştevanîkirina milîsên Şîe yên Iraqê û alozkirina rewşa Iraqê û deverê berde.
Herî dawî wê berpirsa Amerîkî eşkere kir, nabe Îran him behsa dîplomasiyê bike him jî piştevaniya tundî û xebatên lawazkirina hikûmeta Iraqê bike. Ev nayê qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin