Îran zorê dide ser Kurdan da herin ser sindoqan

15 February 2020 00:51 0 dîtin
Îran zorê dide ser Kurdan da herin ser sindoqan

PeyamaKurd- Li rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê hilbijartinên perlementoyê wê di 21 meha sibata 2020an de çêbibin lê Kurd di nav xwe de niha xwediyê du fikrane û bi awayeka xwezayî du beşin. Beşek ji Kurda dibêjin fêda tevlîbûna hilbijartinê nîne û rola perlementerên Kurdistanê li parlementoya Tehranê nîne. Lewra ne hewceye ku Kurdi herin meclisa Tehranê.

Li aliyê din beşek ji Kurdan bi taybetî ciwan naxwazin kes here meclisa Tehranê û naxwazin çi kes bibe namzed bo parlementeriyê. Niha dewleta Îranê li ser vê beşa Kurdan radiweste û zor û tade dide ser wan da hilbijartinê boykot nekin. Ev jî tirsa dewleta Îranê ye. Di ser de rêvebiriya Tehranê qedexe daniye ser propogandeya namzedan ku kes ji wan nikare behsa netewa xwe bike û behsa mafê milletê xwe di hilibijartinê de bike.

Li gor ragihandinan; bi taybetî li bajarê Urmiyê kêm kes seredana namzetiyê bo meclisa Tehranê dikin. Belkî li seranserê rojhilata Kurdistanê wisa ye. Namzed hene di leha kesên din de, ji hilbijartinan vedikişin.